Li gel nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê civiya.
Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Netewên Yekgirtî yê karûbarên siyasî û alîkariyên hilbijartinan li Iraqê Claudio Cordon û şanda rêxistina UNAMI bi wekalet kir.
Di civînê da her du alî di derbarê erkên tîma Netewên Yekgirtî ya heyama erkê wê li Iraqê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Serokê herêmê ji bilî spasî û pêzanînên xwe yên ji bo rola Netewên Yekgirtî li Iraqê û alîkarî û piştevaniya wê ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, tekez li ser wê yekê kir ku ew hilbijartin ji bo navûdeng û nûjenkirina şerieta sazî û kiyana Herêma Kurdistanê gelek pêdivî û girînge û tekezî li ser birêvebirina proseya dengdana bi dadmend, paqij û zelal bi beşdariya hemû pêkhat û aliyan kir.
Ji aliyê xwe ve, Cordon spasî û pêzanînên tîma Netewên Yekgirtî ya ji bo rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî û reftarkirina rast û realîst bi pirsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ra nîşan da û tekezî li ser pêdagirbûna Neteweyên Yekgirtî bi piştevanî û alîkariya serketina hilbijartin û proseya dengdanê dupat kir.
Civînên dawî ya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê digel aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînên bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin