Serokwezîr li gel nunerê Sekreterê NY civiya

dibêje lazime çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê were kirin.
کوردستان TV
100%

Daxwaz dike NY çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê bike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunerê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê bi wekalet birêz Claudio Cordon kir.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê.

Nunerê taybetî yê Sekreterê NY li Îraqê bi wekalet, spasiya piştîvaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo amadekariyên heyî û hemahengiya baş ya li gel komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraq bo meşandina prosesa hilbijartinê.

Me balkêşande ser girîngiya hilbijartinê di nava rewşeke azad û dadmend û dûr ji binpê kirin û sextekariyan û bo vê yekê jî me tekez li ser girîngiya rola NY û çavdêrên navnetewî ku, lazime bi awayeke çalak çavdêriya prosesa hilbijartinê bikin daku, hilbijartin bi awayeke şefaf were meşandin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.