Balyozê Bengeladeşê xatir ji Serokatiya herêmê xwest

dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokê Dîwana Serokatiya herêmê civiya.

Îro balyozê Bengeladeşê yê li Îraqê Mihemed Fezil Elbarî serdana Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê kir û li gel Serokê Dîwanê Fewzî Herîrî civiya.

Di civînê de ku, Aîkarê Serokê herêmê bo karûbarên derve Felah Mistefa jî têde beşdar bû, Fewzî Herîrî spasiya balyozê Bengeladeşê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de roleke girîng bo pêşde birina têkiliyên du alî lîstiye.

Balyozê Bengeladeşê jî rixmî diyarkirina kêfxweşiya xwe ya li hember hebûna têkiliyên han, hêviya berfiretir bûna wan têkiliyan xwest.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.