Duhê li parlementoya Îranê gotarek pêşkêş kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan duhê di dema nasandina kabîneya nû ya hikûmeta xwe ya li parlementoyê de gotarek pêşkêş kir.
Pizişkiyan di gotara xwe de rexne li rejîma Îranê û çawetiya îdare kirina welat kir û ragihand ku, îro piraniya xelkê Îranê ji rejîm û rêbazên îdare dana welat neraziye û sedema vê yekê jî ne Amerîka, ne Îsraîl belku, em bo xwene.
Merasîma nasandin û sond xwarina endamên kabîneyê duhê destpê kiriye û heta roja çarşemê berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin