Hinek ji wan hîn jî di nava nexweşxaneyan dene.
Wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê belav kiriye ku, jiber şewata duhê ya daristanên Îzmîrê de herî kêm 78 kes jiber dûmanê bijehrê ketine.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê gelek ji wan welatiyên han hatine tedavîkirin û 29 ji wan jî hîna li nexweşxaneyê di bin çavdêriya nûjdarî dene.
Parêzgarê Îzmîrê Silêman Elban ragihand ku, şewata ku, roja şemî li Îzmîrê destpê kiribû, roja pêncşemê hatibû kontrolkirin, lê şeva pêncşemê jiber hebûna ba û bahozê şewat dîsa derketiye ku, gelek cîhên nîştecîhbûnê jî ketine metirsiyê de lewre ev cîhên han hatine valakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin