Wezîrê derve yê Îsraîlê li gel wezîrên derve yên Franse û Brîtanyayê civiyaye.
Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Îsraîlê wezîrê derve yê vê welatî Israel Cutts duhê li gel hevpîşeyên xwe yên Brîtanî û Fransî civiyaye.
Di civînê de Israel Cutts li gel wezîrê derve yê Brîtanyayê David Lammy û wezîrê derve yê Franseyê Stefan Sejourny behsa rewşa deverê û aloziyên navbera Îran û Îsraîlê kiriye ku, wezîrê derve yê Îsraîlê daxwaz ji wan welatan kiriye ku, di egera êrîşa Îranê bo ser Îsraîlê û di egera êrîşa bersifdayînê ya Îsraîlê bo ser Îranê piştîvaniya Îsraîlê bikin.
Wezîrê derve yê Îsraîlê herwiha daxwaz ji hevpeymanên Amerîkayê jî kiriye ku, piştîvaniya Îsraîlê bikin û welatên hevpeyman jî soza piştîvaniyê dane Îsraîlê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin