Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya.
îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê birêz Steve Bittner kir.
Jiber destbikar bûna me pîrozbayî li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Herwiha me spasiya Konsulusê berê birêz Mark Straw jî kir bo kar kirin bo pêşde birina têkiliyên du alî.
Konsulusê giştî yê Amerîkayê rixmî diyar kirina amadebûna welatê xwe bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên li gel herêmê di tevahiya waran de hevdem behsa rola girîng ya herêma Kurdistanê kir weke hevbeşeke pirbuha ya Amerîkayê bo sepandina asayîş û aramiyê li Îraq û deverê de.
Konsulusê giştî yê nû yê Amerîkayê herwiha balkêşande ser serdana me ya fermî bo Amerîkayê ya meha Sibata îsal ku, roleke girîng hebûye bo pêşkêş kirina rûnkirinên pêwîst derbarê guhertin û pêşhatên li herêma Kurdistan, Îraq û deverê û hêvî xwest ev cure serdanên han berdewam bin.
Amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, reformên nava wezareta pêşmerge, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî, dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin