Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bitner kir.

Di civînê de ku, Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Mark Straw jî têde beşdar bû, Serok Barzanî rixmî bixêrhatin kirina Konsulusê nû yê Amerîkayê hevdem hêviya serkeftinê box west û rêzdariya xwe jî li hember rola Konsulusê giştî yê berê yê Amerîkayê yabo pêşde birina têkilî û hemahengiya navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê diyar kir.

Her di civînê de Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir ku, di qonaxên curbicur de piştîvaniya gelê Kurdistanê kirine bi taybetî di pêvajoya ava kirina herêma dijefirîn bo Kurdistanê piştî raperîna xelkê Kurdistanê di buhara 1991an de û hilweşandina rejîma berê ya Îraqê di sala 2003an de.

Her di heman civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de diyar kirin û serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û rewşa siyasî ya Îraq û deverê jî hate nirxandin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.