Heta niha 12 qanûnên taybet bi vê mijarê hatine pejrandin.
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbar û rasipardeyên navnetewî Dîndar Zêbarî di dema beşdarî kirina konferanseke Netewên Yekgirtî ya taybet bi cudakariya cinsî li Jenevê, gotara hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Dîndar Zêbarî di gotara han de ragihand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser pêngavên xwe yên bo nehêştina cudakariya cinsî û got hikûmeta herêma Kurdistanê hewl bo ava kirina civakek dûr ji cudatiya cinsî di her warî de daye û li ser hewldanên xwe jî berdewame û bi vê mebestê heta niha 12 qanûnên curbicur bo nehêştina cudakarî û cudatiyên cinsî hatine amadekirin.
Zêbarî eşkere kiriye ku, ji sala 2009 heta nîviya yekem ya 2024an bi giştî 88 hezar û 652 karkerên biyanî li Kurdistanê hatine tomarkirin ku, ew jî xwedan heman mafin ku, karkerekî Kurdistanî xwedanê vê ye.
Nav hatî ev yek jî anî ziman ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser tomar kirina dokomêntariyên taybet bi welatiyên Êzidî yên revandî û hewlên hikûmetê jî bo dîtin û azad kirina wan berdewamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin