Serokê herêmê tekez li ser xwesteka herêmê bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Amerîkayê dike.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê Steve Bittner kir û jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê welatê xwe li herêma Kurdistanî pîrozbayî li Steve Bittner kir û hêviya serkeftinê bo xwest.
Serokê herêma Kurdistanê herwiha tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina hevkarî, hevbeş û têkiliyên li gel Amerîkayê di her warî de kir.
Her di heman civînê de Konsulusê berê yê Amerîkayê jî spasiya herêma Kurdistanê kir û Serokê herêma Kurdistanê jî hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Di berdewamiya civînê de Konsulusê nû yê Amerîkayê tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê û Îraqê kir.
Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû û her du alî hêvî xwestin ku, prosesa hilbijartinê bi serkeftî were meşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin