Şandeke hevpeymanan serdana wezareta pêşmerge kiriye.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, Fermandarê hêzên hevpeymanan yên li Kurdistanê Jeneral Rapp Brandstetter serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.
Di civînê de rixmî giftûgo kirin derbarê rewşa deverê û metirsiyên terorê li ser deverê, hevdem giftûgo derbarê prosesa yekxistina hêzên pêşmerge hatiye kirin û Fermandarê hêzên hevpeymanan tekez li ser berdewamiya piştîvaniya hevpeymanan bo hêzên pêşmerge kiriye.
Her di heman civîna han de wezareta pêşmerge jî tekez li ser bileztir kirina prosesa yekxistina hêzên pêşmerge kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin