Wezîrê pêşmerge serdana Fermandariya hêzên piştîvanî kir

ji nêz ve ji rewşa hêzên piştîvaniya yek pirsî.
کوردستان TV
100%

Serî li sengerên wan da û li gel Fermandarê giştî yê wan hêzan civiya.

Îro sêşem wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl serdana hêzên piştîvaniya yek ya ser bi wezaretê bi Fermandariya Sîhad Barzanî kir.

Wezîrê pêşmerge û Sîhad Barzanî di destpêkê de civiyan û behsa rewşa hêzên piştîvaniya yek û pêdiviyên wan kirin.

Pişt re bi hevbeşî serdana sengerên hêzên han kirin û ji nêz ve ji rewşa wan hêzan pirsîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.