Rûsye dibêje Ukrayna agir berdaye navenda etomî ya Zaporizhia.
Şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê berdewame û di vê çarçoveyê de duhê Serokê Ukraynayê ragihandibû ku, hêzên Ukraynî karîne şerê ji axa Ukraynayê der bixin û bibin nava axa Rûsyeyê.
Her di vê çarçoveyê de çapemeniya cîhanî qala vê yekê kir ku, duhê Ukrayna rûbereke zêde ji axa Rûsyeyê kontrol kiriye.
Piştî vê bûyer, Rûsye jî ragihandiye ku, artêşa Ukraynayê agir bi navenda etomî ya Zaporizhia berdaye.
Ev navenda etomî nêzî vê deverêye ku, duhê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatiye kontrolkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin