Dibêje emê êrîşên xwe bidomînin.
Eniya berxwedanê ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde gef li hêzên Amerîkî yên li Îraqê kiriye.
Di daxuyaniya han de eniyaberxwedanê ya Îraqê diyar kiriye ku, eger careke din Amerîka bi her awayî êrîşî ser hêzên me bike vê demê em pêbendî tiştekê nabin û bi awayeke dijwar bersif didin hêzên Amerîkî.
Di dawiya vê daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, heta hêzên Amerîkî li Îraqê bin vê êrîşên wan jî berdewam bin.
weke tê zanîn beriya du rojan Amerîka jî diyar kiribû ku, dom kirina êrîşên han vê rewşa deverê aloztir dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin