Li parêzgeha Kerkûkê operasiyon hatiye kirin.
Li gor çapemeniya Îraqî hêzên ewlekarî yên vê welatî li çend navçe û deverên parêzgeha Kerkûkê li dijî terorîstên DIŞI operasiyoneke berfire lidar xistine.
Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, di encama operasiyona han de herî kêm 10 terorîstên DIŞIê hatine girtin.
Rayedarên leşkerî yên Îraqê diyar kirine ku, operasiyon li ser esasê zaniyariyên bawermend hatiye lidarxistin û ev terorîstên han jî zêdetir ji yek meh bû di bin çavdêriyê de bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin