Hevkariyên hikûmetê Cotkarên deverê bicoştir kiriye.
Hevkarî û piştîvaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo Cotiyaran û bi bazar kirina berhemên wan û nardina berhemên navxweyî bo derveya welat, bûye sedema geşe kirina kerta çandiniyê li Kurdistanê de.
Di vê çarçoveyê de li Dihukê ku, devereke Çandiniyêye û xwedan axeke bipîte, kerta çandiniyê pêşkeftiye bi awayek ku, îsal berhem anîna zebeş ( şiftî) li Dihukê li gor salên berê gelek zêde bûye û tenê li Dihukê îsal zêdetir ji 21 hezar ton şiftî hatiye berhem anîn.
Hate zanîn ku, zêdetir ji 10 ton ji zebeşên Dihukê jî bo başûr û naverasta Îraqê hatine şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin