Buhayê nanê li Îranê hate giran kirin

xelkê Îranê rexne ji Serokkomarê nû yê Îranê digire.
کوردستان TV
100%

Xelk jî neraziye û gazindan dike.

Qirîza darayî û giranî ya li Îranê berdewame û bandoreke gelek xirab li ser rewşa jiyana xelkê kiriye.

Di vê çarçoveyê de duhê hikûmeta Îranê biryar daye dak, buhayê her cure nanekê li vê welatî bi rêjeya sedî 25 were bilind kirin û ev biryara hikûmetê jî bûye sedema nerazîbûna xelkê vê welatî.

Xelkê Îranê dibêje ev biryara hikûmetê dibe sedem ku, gelek şêniyên Îranê nikaribin rojane nanê pêwîst bo malbeta xwe dabîn bikin û hinek kesên din jî neçar dibin bi şêwazê teqsîtan nanê bikirin.

Şêniyên Îranê herwiha rexne li Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizişkiyan jî dikin û dibêjin biryarên wî beruvajî droşmên wî yên di dema hilbijartinan dene.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.