Dibêje ti çareyeke me ji bilî dorpêçan tuneye.
Têkiliyên leşkerî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de berdewamin û Amerîka jî huşdarî dide Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê wezîrê bazirganî yê Amerîkayê Matthew Axelrod ji çapemeniya welatê xwe re ragihandiye ku, Amerîka ji hebûna têkiliyên navbera Rûsye û Tirkiyeyê dilgirane û çend caran jî huşdarî daye Tirkiyeyê lê Tirkiye berdewame li ser têkiliyên han.
Matthew Axelrod eşkere kiriye ku, ev hudara dawî ya Amerîkayê ye bo Tirkiyeyê û eger Tirkiye berdewam be li ser wan têkiliyan vê carê ti çareyeke Amerîkayê ji bilî sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê namîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin