Wezîrê navxwe yê Îraqê dibêje ewlekariya oldaran bi başî tê parastin.
Wezîrê navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî ragihand ku, hikûmeta îsal bi awayeke pêşwext dest di amadekariyên pêwîst bo merasîmên çileya Îmam Husên kiriye ku, tê payîn bi miliyonan kes beşdarî vê merasimê bibin.
Ebdulemîr Şemerî diyar kiriye ku, hêzên ewlekarî bi her awayî bo parastina ewlekariya oldaran xwe amadekirine û planên ewlekarî yên îsal gelek cuda ji planên salên derbasbûyîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin