Wezîrê navxwe serdana ajanseke cîhanî ya Almanî kir

wezareta navxwe û ajansa THW ya Almanî hevbeşiya xwe zêdetir dikin.
کوردستان TV
100%

Civîn û hevdîtinên wezîrê navxwe yên li Almanyayê berdewamin.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ku, ev çend roje li Almanyayê ye, îro serdana ajansa Federalî ya hevkariya teknîkî ya Almanyayê kir û ji aliyê Seroka vê ajansê Sabine Lackner ve hate pêşwazîkirin.

Did estpêka civînê de Rêber Ehmed pîrozbayî li Sabine Lackner kir ku, cara ewil weke jinek dibe Seroka vê ajansê û pişt re behsa hevkariya navbera wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê û ajansa federalîya hevkariya tenîkî ya Almanyayê kir.

Ji aliyê xwe ve Sabine Lackner kêfxweşiya xwe ya li hember civîna xwe ya li gel Rêber Ehmed diyar kir û hêvî xwest ku, hevkariya navbera ajansa han û wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê pere bistîne û encamên navnetewî jî hebin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.