Gelek tirimbîl zirar dîtine.
Li gor çapemeniya Çînî, jiber ev pêla dijwar ya germiyê ku, ev çend roje li vê welatî serî hildaye, jiyana rojane ya xelkê rastî astengiyên gelek mezin hatiye.
Jiber bilind bûna pileyên germiyê, xelk nikare karûbarên xwe yên rojane cîhbicîh bike, gelek kes jiber vê sedemê nexweş ketine û zirarên gelek mezin yên madî jî çê bûne.
Çapemeniya Çînî çend dêmenên tirimbîlan belav kiriye ku, liber rojê şewitîne û nivîsandiye ev cara ewile li Çînê tişteke wisa biqewme.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin