Di navbera HSD û hêzên rejîmê de pevçûn destpê kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro çarşem danê sibê zû, hêzeke ser bi rejîma Sûrî bi navê berevaniya nîştimanî li Dêra Zorê êrîşî ser kenarên çema Firatê kiriye û hêzên HSD jî bersifa vê êrîşê dane.
HSD diyar kiriye ku, pevçûn demeke kurt dom kiriye lê êrîş hatiye têk birin û alozî li deverê de hîn jî berdewamin.
HSD tekez li ser vê yekê kiriye ku, vê deverê bi her awayî biparêze û rê nede ti hêzeke din bikeve deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin