Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Rûsyeyê jî li Tehranê ye.
Rojnameya New York Times ya Amerîkî belav kiriye ku, Îran bo xwe amade kirin bo şerê dijî Îsraîlê daxwaz ji Rûsyeyê kiriye daku, sîstemên nû û pêşkeftî yên berevanî bide Îranê.
NYT li ser zarê rayedarekî Îranî belav kiriye ku, Rûsye jî ev daxwaza Îranê pejrandiye û ev çend roje Rûsye dest bi şandina perçeyên sîstemên berevanî û monte kirina wan li Îranê kiriye.
Herwiha hate zanîn ku, duhê Şêwirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Rûsyeyê jî serdana Tehranê kiriye û li gel rayedarên Îranî civiyaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin