Dixwazên pêşiya aloztir bûna rewşê bigirin.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyek belav kiriye ku, têde behsa vê yekê kiriye ku, duhê bişev Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bi rêya telefûnê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken giftûgo kiriye.
Di peywendiya telefûnî ya di navbera her du aliyan de nîqaş derbarê rewşa dawî ya li deverê de hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, lazime Îraq xwe ji wan aloziyan dûr bigire.
Her di heman peywendiya han de her du alî tekez li ser domandina hewlên hevbeş yên bo pêşî girtina zêdetir bûna aloziyan kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin