Konsulusê Holendayê xatir ji Serok Barzanî xwest

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de tekez li ser pêşde birina dotatiya navbera Holenda û Kurdistanê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Holendayê yê li Hewlêrê Jako Brindz kir ku, bo xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di civînê de Serok Barzanî spasiya Konsulusê Holendayê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û tekez li ser dostatiya navbera gelê Kurdistanê û gelê Holendayê kir.

Rewşa siyasiya Îraq û deverê, metirsiyên terorê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û reformên nava hêzên pêşmerge mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.