Amerîka: Em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Êzidiyan

dibêje lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Balyozxaneya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye.

Duhê balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê di 10mîn salvegera komkujiya Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina welatiyên Êzidî û hevkariyên wan bo rizgarbûyiyên destê DIŞIê jî bêyî westan vê berdewam bin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, lazime hewldanên heyî bo diyarîkirina çarenivîsa wendahiyan û azad kirina refandiyan berdewam bin û herwiha pêwîst rewşa Şingalê jî were normalkirin bo ku, xelkê Şingal û derdorê bikarêbe vegere ser cîhên xwe.

Di beşeke din ya daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de tekez li ser girîngiya rêkeftina Şingalê hatiye kirin û nivîsandiye; Bo normal kirina rewşa Şingalê lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.