Destê wan di kuştina Îsmaîl Heniye de hebûye.
Rojnameya New York Times ya Amerîkî li ser zarê çend berpirsên Îranî yên ku, nexwestine navê xwe eşkere bikin nivîsandiye; rejîma Îranê 20 rayedar û berpirsên ewlekariyê yên li Tehranê jiber ku, destê wan di kuştina Îsmaîl Heniye de hebûye binçav kiriye.
New York Times li ser zarê wan çavkaniyan belav kiriye ku, ev 20 kesên han endamên spaha Ensar Elmehdîne ku, erkê wan berevanî kirin û parastina kesatî û cîhên girînge.
Ji aliyê xwe ve rojnameya telegraph ya Brîtanî jî belav kiriye ku, Îsraîl bi hevkariya çend sîxorên xwe yên di nava spaha Pasdaran de Îsmaîl Heniye kuştiye û ev sîxorên han bombe li cîhê mayîna Îsmaîl Heniye danîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin