Îro pêşengeheke taybetî ya Qezwînê li Hewlêrê hate vekirin.
Îro li Hewlêrê bi beşdariya hijmareke zêde ji kompaniyên Qezwînî pêşengeheke mezin ya pêşesazî ya Qezwînê li Hewlêrê hate vekirin.
Piştî merasîma vekirina vê pêşengehê şanda Qezwînî serdana walîtiya Hewlêrê kir û li gel rayedarên walîtiya Hewlêrê civiya.
Di civînê de her du alî giftûgo derbarê têkiliyên navbera parêzgeha Hewlêr û parêzgeha Qezwînê û berfiretir kirina têkiliyên han kirin û şanda Qezwînî eşkere kiriye ku, ev weke parêzgeha Qezwînê amadene ku, pêşwaziya karsazên herêma Kurdistanê bikin û daku, biçin Qezwînê û ji nêz ve kar û berhemên wan bibînin.
Li hember de rayedarên Walîtiya Hewlêrê jî amadebûna Hewlêrê bo pêşde birina têkiliyên abûrî, bazirganî û torîstîkî yên li gel Qezwînê diyar kiriye.
Mijara hatina oldarên Îranî bo Hewlêrê û ji wir jî çûna wan bo başûrê Îraqê babeteke din ya vê civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin