Dibêje texmîn nakin li Îraq û Sûriyeyê êrîşên ser hêzên me zêdetir bibin.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Ustin di daxuyaniyekê de ragihand ku, rixmî zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn lê Amerîka texmîn nake ku, weke demên berê, êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê li Îraq û Sûriyeyê yên li dijî hêzên Amerîkî zêdetir bibin.
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Ustin eşkere kiriye ku, çawe berê Amerîka bersifa her cure êrîşekê li dijî hêzên xwe daye, vê ji niha û pêde jî bi heman awayî bersifa her cure êrîşekê bide lê Amerîka texmîn nake ku, piştî kuştina Îsmaîl Heniye, êrîşên dijî hêzên Amerîkî zêdetir bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin