Serokê herêmê li gel Serokkomarê Îranê civiya

Nêçîrvan Barzanî Pizişkiyan bo Hewlêrê dawet kir.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe yabo Îranê de, duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li nivîsîngeha taybetî ya Serokkomarê Îranê li gel Mesûd Pizişkiyan civiya.

Di civînê de Pizişkiyan spasiya Serokê herêmê kir ku, beşdarî di merasîma sond xwarinê de kiriye û tekez li ser xwesteka Îranê bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Îranê kir ku, wî dawet kiriye û ragihand ku, Kurdistanê Îran bi cîraneke girîng ya xwe dizane û hewl bo bihêztir kirina têkiliyên herêma Kurdistan û Îraqê yên li gel Îranê dide.

Serokê herêmê herwiha Mesûd Pizişkiyan jî dawetî Hewlêrê kir.

Nêçîrvan Barzanî ev yek aniye ziman ku, herêma Kurdistanê dixwaze hijmara torîstên olî yên Îranî bo başûrê Îraqê bi rêya herêma Kurdistanê zêdetir bibe û liv û tevgerên bazirganî yên di navbera her du aliyan zêdetir bibin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.