Serokê herêmê li gel Serokê parlementoya Îranê civiya

behsa girîngiya hevbeşiya navbera her du aliyan hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê du roje li Tehranê ye.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Tehranê îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Îranê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, rewşa Îraqê, rewşa herêma Kurdistanê û rewşa deverê bi giştî hatiye kirin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser pêşde birina têkiliyên Îranê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê di her warî de kiriye, hevkarî û hevbeşiya navbera xwe bo parastina aştî û aramiya deverê bi girîng wesif kirine.

Di berdewamiya civîna han de nîqaş li ser çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş hatiye kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.