Dibêje emê bersifeke dijwar bidin Îsraîlê.
Spaha Pasdaran ya Îranê di daxuyaniya xwe ya duyem de ya derbarê kuştina Serokê basikê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye de behsa vê yekê kiriye ku, Îsmaîl Heniye berbanga îro çarşem bi rêya dronê li Tehranê hatiye kuştin.
Spaha Pasdaran di daxuyaniyê de eşkere kiriye ku, Îsraîl bi vê kiriyara han deriya dozexê bo xwe vekir û vê eniya berxwedana îslamî bi taybetî Îran bersifeke gelek dijwar bide Îsraîlê.
Ji aliyeke din ve Îran ragihandiye ku, termê Îsmaîl Heniye vê li Tehranê were veşartin û sê roj jî taziye jê re were danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin