Îsraîl: Me kesê duyem yê hizbulahê kuştiye

heta niha hizbulah derbarê vê mijarê de tiştek negotiye.
کوردستان TV
100%

Duhê êrîşî başûrê Beyrûtê hatibû kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku, di encama êrîşa duhê bişev ya bo ser navçeya Zahiye ya li başûrê Beyrûtê ku, weke kelha hizbulahê tê nasîn, destê rastê Serokê hizbulahê û kesê duyem yê hizbulahê Fûad Şakir hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, Fûad Şakir berpirsê tevahiya karûbarên leşkerî yên hizbulahê bûye.

Beriya niha Amerîka jî xelateke 5 miliyon dolarî bo dana zaniyariyan derbarê Fûad Şakir de diyarîkiribû.

Heta niha hizbulah di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.