Êrîşî ser navendên heşda şebî hate kirin

balefirên cengî yên Amerîkî li heşda şebî dane.
کوردستان TV
100%

Gelek kuştî û birîndarên heşda şebî hene.

Şeva derbasbûyî balefirên cengî yên Amerîkayê li Îraqê êrîşî ser çend navend û cebelxaneyên çekdarên heşda şebî kirine.

Li gor çapemeniya Îraqî êrîş li bajarê Babîl û derdorê pêk hatiye û di encama êrîşan de gelek kuştî û birîndarên heşda şebî hene û gelek cebelxaneyên wan jî hatine teqandin.

Heta niha amareke piştrast kirî derbarê hijmara kuştî û birîndaran de nehatiye belavkirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.