Îran: Me dest bi ser keştiyekê de girtiye

9 karmendên keştiyê jî hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Dibêje keştî ya welatiyekî Îraqiye.

Spaha Pasdaran ya Îranê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, hêzên wan li peravên Kendavê karîne dest deyin ser keştiyek ku, têde zêdetir ji 700 hezar lître petrola qaçax hebûye.

Spaha pasdaran di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, ev keştî alaya welatê Togo li ser bûye û ya welatiyekî Îraqiye ku, nîştecîhê Îmarate.

Herwiha 9 karmendên keştiya han jî yên ku, xelkê Hindistanê ne hatine girtin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.