15 Îlonê Sune kongreyeke girîng lidar dixin.
Hewldanên suneyên Îraqê bo ragihandina herêmeke sune weke herêma Kurdistanê berdewamin.
Di vê çarçoveyê de biryare roja 15ê Îlonê Siyasetmedar, kesatiyên diyar, Serok eşîr û oldarên suneyên Îraqê li bajarê Enbarê kongreyeke mezin û berfire bo nîqaş kirin li ser ava kirina herêma sune û diyarî kirina sînorên vê herêmê li dar bixin.
Bo amadekariyên kongreyê jî komîteyeke 25 kesî hatiye avakirin û tevahiya karûbarên amadekariyên kongreyê ji aliyê vê komîteyê ve têne cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin