Wezareta derve ya Îsraîlê dibêje me dest bi rêkarên pêwîst kiriye.
Gefên Erdogan yên bo şandina artêşa Tirkiyeyê bo Felestînê Îsraîl gelek aciz kiriye û piştî ku, wezîrê derve yê Îsraîlê gotibû Erdogan weke Sedam tevdigere û dawiya wî jî weke Sedam dibe, dîsa Îsraîl dest bi avêtina gaveke din kir.
Li gor çapemeniya Îsraîlê wezîrê derve yê vê welatî Israel Katz ferman bi tevahiya balyoz û dîplomatên Îsraîlî yên li welatên cîhanî bi taybetî welatên endam di NATOyê de kiriye daku, bo derxistina Tirkiyeyê ji NATOyê dest bi danûstandinan û avêtina gavên cidî bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin