Îsraîl xwe amade dike êrîşî ser Libanê bike.
Aloziyên navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê her diçe zêdetir dibin û şerê li Xezeyê jî berdewame.
Di vê çarçoveyê de duhê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP Receb Teyyib Erdogan gef li Îsraîlê kir û ragihand ku, çawe me hêz şande Lîbiya û Qerebaxê vê wisa jî hêzên xwe bişînin Îsraîlê bo vê yekê tenê lazime em bihêz bin û bi xwe bawer bin û tiştek nikare pêşiya me bigire.
Ji aliyeke din ve wezîrê derve yê Îsraîlê jî gef li Erdogan dike û dibêje tu weke Sedamê dîktator tevdigerî û çarenivîs û dawiya te jî vê weke Sedam be.
Wezîrê derve yê Îsraîlê eşkere kiriye ku, Erdogan gefeke mezine bo ser ewlekariya Rojhilata Navîn û lazime NATO li hember Erdogan bêdeng nemîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin