Wezîrê berevanî yê Amerîkayê li gel wezîrê berevanî yê Îraqê civiyaye.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyaniyek belav kiriye û têde qala naveroka civîna wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin û wezîrê berevanî yê Îraqê Sabit Ebasî kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di civînê de her du aliyan behsa hevkarî û hevbeşiya navbera Amerîka û Îraqê kirine û tekez li ser girîngiya hevbeşî û hevkariya han hatiye kirin.
Her di heman civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê ragihandiye ku, hevkarî û piştîvaniya Amerîkayê bo Îraqê berdewam dibe.
ev civîna han di demekê deye ku, hikûmet û aliyên siyasî yên Îraqê daxwaza derketina hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî li Îraqê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin