Amerîka sîstemên piştîvanî dide Siûdiyeyê

ev rêkeftina han di destpêka meha Nîsanê de hatibû îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên Siûdiye û Amerîkayê civiyane.

Li gor nûçeyeke ajansa Xelîd Onlîne, di civîna navbera wezîrên derve yên Siûdiye û Amerîkayê de giftûgo li ser cîhbicîh kirina rêkeftina firotina sîstemên piştîvanî û locistîkî ji aliyê Amerîkayê ve bi Siûdiyeyê hatiye kirin.

Di civîna han de wezîrê derve yê Amerîkayê diyar kiriye ku, hikûmeta Amerîkayê firotina wan sîsteman bi Sûdiyeyê erê kiriye û buhayê wan sîsteman jî 2 miliyar û 800 miliyon dolare.

Wezîrê derve yê Amerîkayê eşkere kiriye ku, armanc ji cîhbicîh kirina vê rêkeftina han bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê û bihêztir kirina sîstema berevanî û baştir kirina ewlekariya Siûdiyeyê ye.

Weke tê zanîne v rêkeftina han di meha Nîsanê de li Washîngtonê di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.