Dibêje şevek ji nîşkave F35an diçin Enqereyê.
Aloziyên navbera Yûnan û Tirkiyeyê berdewamin û cara dawî di merasîmên 50 saliya dagîr kirina Qibrisa Bakûr ji aliyê Tirkiyeyê ve dîsa nakokî ketina navbera wan du welatan û her du alî jî bi awayeke eşkere gef li hev û du dikin.
Beriya niha Erdogan gotibû ku, emê navendeke siyasî ya bihêz ava bikin û dewleta Kibrisa bakûr ji cîhanê re bidin nasîn.
Li hember de jî Serokwezîrê Yûnanê jî duhê di gotarekê de gotibû 50 sal biser dagîr kirin û parçe kirina Qibrisê re derbas dibe, ev trajediyayeke mezin û Yûnan bi ti awayî naxwaze bo çareser kirina kêşeya Qibrisê Tirkiyeyê bibe garantorê dagîrker û lazime bêyî Tirkiyeyê ev kêşe were çareserkirin.
Her duhê wezîrê tendirostî yê Yûnanê Adonis Georgiadis jî gef li Tirkiyeyê kir û got bila hedê xwe bizanin egîna şevek ji nîşkave bi balefirên xwe yên F35 em diçin Enqereyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin