Amerîka sîstema berevaniya Asmanî li Rojavayê bicîh kir

karwanên sîstema Avenger rojên derbasbûyî li Rojavayê hatiye bicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Beriya çend rojan karwana sîstemên berevaniya asmanî gehêştiye Rojavayê.

Li gor zaniyariyên berdest di rojên derbasbûyî de Amerîka çend karwanên hevkariyên leşkerî şandiye Rojavayê Kurdistanê.

Rojên derbasbûyî Amerîka du caran bi rêya deriya sînorî ya Welîd û du caran jî bi rêya asmanî karwanên xwe şandiye Rojavayê Kurdistanê.

Her di vê çarçoveyê de hatiye diyarkirin ku, ev karwan ji sîstema berevaniya asmanî ya rokêtî ya bi navê Avenger pêk hatiye ku, bi navê AN/ TWQ1 tê nasîn û ev sîstema han heta 442km yan dikare li asmanê balefir û dronan bîne xwarê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.