Konsulusê Franseyê dibêje têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê gelek başin.
Konsulusê giştî yê Franseyê li herêma Kurdistanê Jan Braim ragihand ku, têkiliyên baş û bihêz di navbera herêma Kurdistan û Franseyê de hene û her du alî jî dixwazên ev têkiliyên han bihêztir û berfiretir bikin.
Jan Braim eşkere kiriye ku, di vê çarçoveyê de Franse biryar daye daku, asta hêlbirîna xwe ya li herêma Kurdistanê jî zêdetir bike û hana kompaniyên Frensî didin daku, li herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên curbicur bikin.
Nav hatî ev yek diyar kiriye ku, di demên pêş de vê di navbera kompaniyên Frensî û yên li herêma Kurdistanê formeke hevbeş were avakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin