Gelek kuştî û birîndar hene.
Duhê artêşa Îsraîlê weke bersifdayîna êrîşên çekdarên hûsî yên bo ser Îsraîl û keştiyên Îsraîlê, bi balefirên cengî êrîşeke berfire bire ser benderya Hedîde ya li Yemenê.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, ev êrîş bersifdayîna êrîşên çekdarên hûsiye û bi agehdariya Amerîka, hevpeymaniya cîhanî û welatên Erebî pêk hatiye.
Ji aliyê xwe ve kanala Mesîre ya Yemenî jî belav kiriye ku, di encama êrîşa han de rafîneyeke petrolê, enbareke petrol û gelek tesîsên din yên enerjiyê hatine wêrankirin û gelek kuştî û birîndar jî hene.
Hin çavkaniyên din qala vê yekê dikin ku, di encama êrîşa han de herî kêm 80 kes birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin