Du dron hatine xistin.
Hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Amerîkayê li Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde hatiye diyar kirin ku, duhê bişev bi du dronan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esedê hatiye kirin.
Di daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî de hatiye diyarkirin ku, ev her du dronên han beriya ku, bigehêjin ser asmana navendê ji aliyê sîstema berevanî ya li navenda Eyn Esed ve hatine xistin.
Ji aliyeke din ve hevpeymanî diyar kiriye ku, di destpêka vê hefteyê de bi du dronên din êrîşî ser Eyn Esedê hatibû kirin lê ev her du dron jî hatibûn xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin