Tirkiye: Bila Îran û Rûsye hevkariya me bikin

dibêje Tirkiye ne bêçareye.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibêje Tirkiye ne lawaze.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di dema civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Siûdiyeyê, ragihand ku, hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê ne bi wateya bêçareyî û lawaziya Tirkiyeyê ye û bila ne rejîm û ne ti aliyeke din vê yekê wisa fêm neke.

Hakan Fîdan di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kiriye ku, Tirkiye berdewam dibe li ser hewlên xwe yên bo normal kirinê û daxwazek jî pêşkêşî Îran û Rûsyeyê kir.

Hakan Fîdan diyar kir ku, Tirkiye bi fermî daxwaz ji Îran û Rûsyeyê dike daku, bandora xwe ya li ser rejîmê bikar bînin û hevkariya Tirkiyeyê bikin bo normal kirina têkiliyan.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.