Li Xan Yûnisê hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniyeke artêşa Îsraîlê duhê hêzên Îsraîlî êrîşî ser navçeyek li Xan Yûnisê kirine.
Di encama êrîşa han de yaku, li ser esasê zaniyariyan hatiye lidarxistin, Fermandarê hêzên Qesam yên ser bi Hemasê li Xan Yûnisê Rafê Selame hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, Selame berpirsê eniyên piştîvanî û herwiha berpirsê tevahiya tonelên li Xan Yûnisê bûye.
Herwiha Selame berpirsê yekîneya avêtina hajekan ji Xan Yûnisê bo Îsraîlê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin