Terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên asayîşê kirine.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Qerehencîrê ragihand ku, îro danê sibê terorîstên DIŞIê bi rêya matorê êrîşî ser hêzên asayîşa Qere Hencîrê kirine û hêzên asayîşê jî bi dijwarî bersifa êrîşa han dane.
Peyamnêrê me eşkere kir ku, di encama êrîş û pevçûna han de endamekî hêzên asayîşê şehîd bûye û endameke din jî birîndar bûye.
Herwiha h êzên asayîşê jî karîne terorîstek bikujin û terorîstê din jî bi birîndarî binçav bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin