Duhê ev êrîş pêk hatiye.
Wezareta berevanî ya Îsraîlê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, duhê bişev li bilindahiyên Golanê êrîşî ser çend navendên artêşa Sûriyeyê kiriye.
Wezareta berevanî ya Îsraîl eşekre kiriye ku, berpirsê wan êrîşan artêşa Sûriyeyêye jiber ku, artêşa Sûriyeyê hevkarî û asankarî pêşkêşî wan aliyan dike ku, dixwazên êrîşî ser Îsraîlê bikin.
Heta niha Sûriye derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedaye û zirarên vê êrîşa han jî nehatine eşkere kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin