Holenda jî piştîvaniya projeya Almanyayê dike

Îsraîl jî daxwaza rêkarên dijwar li dijî spaha Pasdaran dike.
کوردستان TV
100%

Almanya dixwaze spaha Pasdaran bixe nava lîsteya terorê.

Li gor nûçeyeke Euronews hewldanên hikûmeta Almanyayê yên di navbera welatên din yên Ewrûpayî yên li dijî spaha Pasdaran ya Îranê berdewamin û Almanya dixwaza proje qanûnek bide parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê ku, têde spaha Pasdaran weke terorîst tên nasandin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, hikûmeta Holendayê jî ragihandiye ku, piştîvaniya vê projeya Alamanyayê dike û bo bi terorîst nasîna spaha Pasdaran hevkariya Almanyayê dike.

Her di vê çarçoveyê de wezîrê derve yê Îsraîlê Yisrael Katz piştî civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Holendayê di çarçoveya civîna NATOyê de twittek belav kiriye û nivîsandiye ku, lazime rêkarên dijwar li dijî spaha Pasdaran werin stendin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.